Grûbên çekdar 20 kesî kustin

Grûbên çekdar 20 kesî kustin

PeyamaKurd- Li Sûdanê li eyaleta Darfûrê di êrîşên grûbên çekdar de 20 kes hatin kuştin. Di nav kuştiyan de jin û zarok jî hene. Di êrîşan de herî kêm 20 kes birîndar bûne. Serokê qebîlê Îbrahîm Ahmed gotiye grûbên çekdar li wan kesan xistiye ku cara yekem hatine ciyên xwe ziyaret bikin û di nav wan de zarok jî hene.

Serokê qebîlê ragihandiye ku dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Ji ber ku birîndar hene ku birînên wan xedarin.

Li gor rêjeyên Neteweyên Hevgirtî; li eyaleta Darfûr a li rojavayê Sûdanê de, ji sala 2003 yan heya îro di şer û pevçûnên navbera grûbên çekdar û hukumetê de, di ser 300 hezar kesan de jiyana xwe ji dest dane û 2,5 mîlyon kes ji cîh û warên xwe bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin