Danîmarka îzna rûnistina koçberên Sûriyê dirêj nekir û xwepêsandan destpêkirin

Danîmarka îzna rûnistina koçberên Sûriyê dirêj nekir û xwepêsandan destpêkirin

PeyamaKurd – Sûriyeyiyên ku ji Sûriyê reviyabûn û li Danîmarkayê îzna îqametgaha xwe sitendibûn, piştî wexta îqama wan qediya, car din îzna wan nedan û li 25 bajarên Danîmarkayê xwepêşandanên protestoyê destpêkirin.

Danîmarka biryarê da ku Sûriyeyiyên penaber bi paş de bişînin Sûriyê û xwepêşandanên xurt li hember vê biryara hukumeta Danîmarkayê destpêkirin. Protesto li bajarên mezin yên weka payîtext Kopenhagê, Aarhus, Odense, Aalborg, Vejle û Kolding di nav de li 25 bajaran hatin kirin.

Penaberên Sûriyê ragihandin ku dagerin welatê xwe dê li wan zilm û tade çêbibe û naxwazin dagerin Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin