PeyamaKurd- Bi sedema ku tevgera xwe daye dewamkirin û tevî îkazên hêzên asayîşê nerawestiyaye, serokê Êlekzêran Maxime Nicolle do bi şev li Fransayê hate binçavkirin. Nicolle do li Bordeauxê xwepêşandêran teşwîqê xwepêşandanan kiriye û dev ji tevgerê bernedaye. Nicolle berya bê binçavkirin di peyama xwe de weha got:
“Ew kesên ku dibêjin tevgera êlekzeran qediyaye, bila li xwepêşandanên vê derê binêrin. Ji serê mehê de em li van derane. Heya pêdivî bi xwepêşandanan hebe, em ê dewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin