PeyamaKurd - Serokkomar Îranê Hesen Rûhanî der heqê Efrînê de ragihand ku, "Divê rêz li yekîtî û serweriya axa Sûryê bê girtin û pêwîst e artêşa Sûryê wê deverê kontrol bike".
Rûhanî di civîna digel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rûsyayê de wiha axivî: "Dewletên mezin bizava dabeşkirina Sûryê dikin û em vê yekê red dikin û ti carî qebûl nakin".
Herwiha got: "Bûn û mana hêzên biyanî li ser axa Sûryê, bê razîbûna Hikûmeta Sûryê neyasayî ye û pêwîst e bidawî bê".
Derbarê çarekirina kirîza Sûryê, Rûhanî got: "Ew kirîz bi riyên serbazî û bikaranîna hêzê û sepandina çareseriyan ji derveyî welat, çareser nabe".
Herwiha got: "Mafê xelkê Sûriyê bi tenê ye ku bi riya hilbijartinên demokratîk biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin