PeyamaKurd- Rûniştina doza 2 malbatên Dihokî yên ku 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin li Dadgeha Mêrdînê bi rê ve çû.
Dadgehê doz taloqî 12yê Îlonê kir.
Tohmetbarên bi navên Faris Akseven û Abdullah Kaplan bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû.
Komîteya dadgehê di rûniştina berê de xwestibû pispor raporekê li ser hesabên bankayê yên tohmetbaran amade bikin.
Parêzerê malbatên Dihokî Şêxmûs Akat da zanîn ku dadgehê biryar da li hêviya rapora pisporan be.
Şêxmûs Akat da xuyakirin bi wê yekê jî kir ku doz hat taloqkirin û dê 12yê Îlonê bê kirin.
Dadgehê ji bo Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Murat Yîgît ji ber sûcên “kuştina bi qestî”, “talana giran” û “kirîn, hilgirtina çek û guleyan” ji 11 salan heta 18 salan cezayê heta hetayê dixwaze.
Ji bo Îbrahîm Dogan jî bi tohmeta “bê destûr û qaçax, çêkirin, veguhastin û firotina çekan” ji 5 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin