PeyamaKurd – Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPGê Siyamend Elî diyar kir, “Heta niha me tu kombûneke mezin a [hêzên Tirkiyê] ji bo êrîşa bejayî nedîtiye.” û anî ziman, “Em van gefan cidî werdigirin û em ji bo rûbirûbûna her êrîşeke bejayî amade ne.”
Siyamend Elî di hevpeyvînekê de da zanîn ku her êrîşeke wiha ya ji aliyê Tirkiyê ve pêwîstî bi "çiraya kesk" a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Amerîka yan Rûsyayê heye, "Heger nebe ew nikarin êrîşeke bejayî bikin.”
Siyamend Elî eşkere kir, di 7 rojên borî de 15 şervan û hejmarek sivîl di encama êrîşên balafdirên Tirkiyê de can dane ku ji wan 11 sivîl li santrala elektrîkê ya li bajarê Dêrikê can dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin