PeyamaKurd - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ragihand ku deynê şaredariya Wanê 8,5 milyar lîrayê Tirk e.
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî pêvajoya salên bi qeyyûm hate bi rêvebirin careke din kete destê DEM Partiyê.
Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ku bi rêjeya ji sedî 55,48an bûbû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê, di yekem civîna Encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de deynê ku qeyyûm li dû xwe hiştiye aşkere kir.
Di civînê de rêveberiya nû ya şaredariyê hat hilbijartin.
“8,5 milyar TL deyn”
Abdullah Zeydan li ser deynê şaredariyê axivî û got ku “Mixabin li şaredariya me texrîbateke mezin heye. Em ê bi hemû endamên encûmenê re vê ziyanê bibînin.
Sala 2022yan deyn tenê 400 milyon lîra bû. Di sal û nîveke dawî de bi wek şaredar tayînkirina parêzgarê nû re deyn gihîşt 8,5 milyar lîrayê Tirk."
Zeydan di axaftina xwe de berpirsiyariyên şaredariyê destnîşan kir û domand:
Di çareserkirina pirsgirêkan de berpirsyariyên şaredariyê jî hene. Di nav berpirsiyariyên me de rê, ava vexwarinê, kanalîzasyon, pirsgirêkên hawirê, park û baxçe û xizmetguzariyên bingehîn hene, lê belê mixabin li şûna ku hemû îhale û hilberînên ku diviyabû ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê, Wezareta Ciwan û Werzişê û Serokatiya Karên Olî ve bihata kirin, bi rêya şaredariyê hatine kirin û malîyeteke zêde li şaredariyê hatiye kirin. Wan ev deyn jî ji bankan bi faîzên pir zêde wek kredî kişandine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin