PeyamaKurd – Ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê, berdevkê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê canê xwe ji dest da.
Parlamenterê Kurd û berdevkê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Aram Baleteyî ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.
Zêdetirî sê mehan e Aram Baleteyî bi Koronayê ketibû û li nexweşxanê dihat dermankirin.
Roja 4ê vê mehê jî bavê wî Parlamenterê Kurd Nacî Baleteyî, ji ber nexweşiya kurê xwe rewşa wî ya derûnî xirab bibû û xwe kuştibû.
Aram Baleteyî sala 1979 li gundê Balete yê Duhokê ji dayik bibû bavê du zarokan bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin