PeyamaKurd – Di navbera dewleta Misrê û Îranê de ji sala 1979 heya îro têkiliyên sar hene û ji bo normalîzekirina têkiliyan wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û hemkarê wî yê Misrî Samih Şukri li bajarê Cenevrê hatin cem hev.
Her dû wezîr ji bo têkiliyên wan bibin têkiliyên normal li hevkirin ku her dû teref pêngavên pêwist bavêjin. Ragihandin ji terefê wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan de hat kirin.
Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Îranê; civîna her dû wezîran di celsa 55em ya konseya mafên mirovan ya Neteweyên Yekgirtî de li bajarê Cenevrê de çêbûye. Li ser mijarê Abdullahiyan got:
“Min bi hemkarê xwe yê Misrê re, ji bo alîkarî bigihê Xezzayê, girîngiyê bidin mijarên mirovî û mijara siyasî ya şerê heyî û dawî li komkujiya Fîlîstînê bînin, hevdîtinekî baş kir.
Me li hev kir ku têkiliyên xwe yên Tehran-Qahîre normal bikin. Karê me baş dimeşe û înşallah em ê pêşdetir bibin. Wê di wextekî nêz de gavên pêwist bavên avêtin.”
Têkiliyên navbera Îran û Misrê dema di sala 1979an de Misrê mafê îltîcayê dabû şahê Îranê yê revoke Muhammed Riza Pehlewî û li ser peymana dana destekê ya ji bo peymana Camp Davidê, têkiliyên her dû dewletan têkçûbûn an jî qels bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin