PeyamaKurd - Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pirsgirêkên mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re danûstandinan bike îro 24ê Çile diçe Bexdayê.
Serokê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihandiye ku îro danê êvarê şanda hikûmeta Kurdistanê digihe Bexdayê.
Faris Îsa got, şanda Kurdistanê dê bi berpirsên Iraqî re li ser pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2021 ya Iraqê de, gotûbêj bike.
Berpirsê hikûmeta Kurdistanê anî ziman, armanca şanda Kurdistanê misogerkirina budçeya ku di projeyasayê de ji bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin e.
Hat zanîn ku serokatiya şanda hikûmeta Kurdistanê wezîrê darayî û aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin