PeyamaKurd - Serokê dewleta Gabonê, Alî Bongoyê ku piştî ku çûbû Erebistana Siûdî aqûbeta wî nediyar bibû, bi rêya Baregeha Hewayî ya Qral Selman ji Siûdî derket.
Wezareta Derve ya Fasê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Bongo li ser daxwaza û piştî şêwra doktoran dê tedawiya xwe li nexweşxaneyeke paytext Rabatê berdewam bike.
Ev demek e dirêj çêbû ku deng ji Bongo hatibû birîn û nûçeyên ku ew ji aliyê Siûdî ve hatiye destgîrkirin hatibûn belavkirin.
Gabon welatekî beriya niha girêdayî Fransayê bû, lê van demên dawî xwe nêzî Amerîkayê kiriye û li şûna zimanê fransî zimanê îngilîzî bûye zimanê fermî li wî welatî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin