PeyamaKurd- Lijneya Rêvebir a Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), ji bo piştgirîkirina têkoşîna Fasê ya li dijî guherîna avhewayê; bi qasî 1,3 milyar dolar dayîna deyn qebûl kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêvebirên IMFê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bernameya krediyê ya 18 mehan dê alîkariya Fasê bike da ku xisarên avhewayê çareser bike, berxwedana xwe ya li hember guherîna avhewayê zêde bike û derfetên dekarbonîzasyonê bi dest bixe.
Di daxuyaniye da hat gotin ku ew piştgiriye ji bo xurtkirina haziriya rayedaren Fasê li hember felaketen siruştî û teşwikirina fînansekirina ji bo peşketina domdar be.
Seroka IMF Kristalina Georgieva diyar kir ku IMF û Fas vê mehê ji bo 1,3 milyar dolar kredî ji bo piştgirîkirina têkoşîna li dijî guherîna avhewayê li hev kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin