Temsîlkarê Lîbya yê NH bo dahatûya sîvîlan endîse dike

Temsîlkarê Lîbya yê NH bo dahatûya sîvîlan endîse dike

PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî yê li Lîbyayê Gassan Selame ragihand ku ew ji jiyana sîvîlan yên li Trablûsê endîşe dike. Li gor ragihandina hukumeta lihevkirî ya Lîbyayê Selame û Fayîz Es Serrac hatine cem hev.

Selame, di dema hevdîtinê de peyam daye û gotiye ku ew xistina jiyana mirovan ya nava talûkê şermezar dike û ev yek rast e rast îhlala qanûna navdewletiye. Selame bi sedema êrîşan mecbûr maye ku konferansa diyalogê ya netewî bipaşde bixe û bo roja nû dixebite da rojekî bo konferansê aşkera bike.

Es- Serrac jî ragihand ku bi hemû hêzên xwe di ber xwe dide ku êrîşên muxalefetê bişkêne. Ev çend roje ku Xelîfe Hafter êrîşê ser hêzên hukumetê dike û dixwaze Trablûsê bixe destê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin