PeyamaKurd – Serokerkaniya Ûkryanayê ragihand ku di şevê de, artêşa Ûkrayna êrîşê cepilxaneyên Rûsyayê yên li Krasnodar û Tverê kiriye. Hat ragihandin ku li devera Grasnodarê di depoyekî de trêna ku tê de 2 hezar ton muhîmmat heye û trên barkiriye. Di êrîşê de şewat derketiye û teqîn çêbûne.
Serokerkaniya Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê Telegramê de, bûyerê bi nivîskî ragihand. Li Krasnodarê li bajarê Tihoretskê cepilxaneya ku heye, depoya Rûsyayê ya mezine û ji bo lojîstîka artêşa Rûsyayê wekî miftekiye.
Di dema êrîşê de, di seha cepilxanê de trêna ku 2 hezar ton mûhîmmat barkiriye, tê gotin ku di nav muhîmmatan de, yên ku ji Kore ya Bakûr jî hatine hene. Di êrîşê de her weha istasyona radarê ya ku cepilxanê diparêze ketiye ber êrîşa Ûkraynayê.
Xizmeta Ewlehiya Ûkraynayê (SBU) di daxwuyaniya xwe de got ku li devera Tverê êrîşê depoyekî muhîmmatan kirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku:
“Hem SBU, li devera Tverê nêzî jîngeha Oktyabrskiyê li cepilxana wezareta bergiriyê ya Rûsyayê li navenda topavêjan xistine û tê de teqîn û şewat derketiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin