Bahçelî: Werin em di meha Gulanê de vî karî biqedînin

Bahçelî: Werin em di meha Gulanê de vî karî biqedînin

PeyamaKurd Devlet Bahçelî got, "Em bi hev re li hev bikin û Tirkiyeyê ber bi hilbijartinê ve bi rê ve bibin. Werin em di meha Gulanê de vî karî biqedînin."

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya heftane ya li TBMMê de nirxandinan dike.

Bahçelî wiha got: "Em di meha Gulanê de vê xebatê biqedînin, em gotin û biryara xwe bidin îradeya pîroz a gelê xwe yê ezîz."

“Pêwîst e were dîtin ku tu wekheviya exlaqî ya sedema krîzê û avakirina hewaya pevçûnê tune. Ger partiyên muxalefetê xwe ji gavên bi vî rengî dûr bixin wê Serokkomarê me li gorî xala duyemîn a xala 116an a Destûra Bingehîn biryara nûkirina hilbijartinê bide. MHP ji her du alternatîfan re jî amade ye. Dema ku Serokê me biryara nûkirina hilbijartinan da, wê dema 60 rojî destpê bike. Ger ku muxalefet hêviya xwe ji hilbijartinan qut neke, li ser fikra danîna ardê îpeyê nesekine, li TBMMê li pêşiya diyarkirina rojeke maqûl bi lihevkirinek tu astengî namîne. Werin em di meha Gulanê de vî karî biqedînin, gotin û biryara xwe radestî îradeya pîroz a miletê xwe yê ezîz bikin. Werin em li hev bikin û Tirkiyeya xwe bigihînin hilbijartinan."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin