PeyamaKurd - Hilweşîna pergala tenduristiyê û xerabûna şert û mercên paqijiyê yên li herêmê ji ber êrîşên Îsraîlê bû sedema nexweşiya felcê li Xezzeyê.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku li Xezzeyê nexweşiya felcê heye û pergala tenduristiyê têk çûye.
Wezaretê tekez kir ku êrîşa Îsraîlî ya berdewam bûye sedema nexweşiyê.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê 297 roj in berdewam dikin, krîza însanî roj bi roj kûrtir dibe.
Di daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya hefteya borî de hat ragihandin ku ji ber şert û mercên pir xerab ên tendirustî û paqijiyê yên li Xezzeyê ku kêm bûne, metirsiya belavbûna vîrusa felcê li Xezzê û dervayê wê heye. ji ber êrîşên Îsraîlî ber bi kavilan ve çû, lê nexweşî nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin