Vladimîr Pûtîn 'Ew biryarname' îmze kir

Vladimîr Pûtîn 'Ew biryarname' îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Duşemê biryarek îmze kir ku deriyên welat ji bo Rojavayiyên ku "dixwazin ji îdealên neolîberal birevin û biçin Rûsyayê ku nirxên kevneşopî lê serdest in vekir."

Di rapora ku di ajansa fermî ya TASSê de hat weşandin de hat gotin ku Rojavayiyên ku dixwazin ji polîtîkayên neolîberal ên welatê xwe birevin, mafê wan heye ku ji bo rûniştina demkî ya li Rûsyayê serlêdan bikin "bêyî ku belgeyên ku zanîna xwe ya bi zimanê Rûsî, dîroka Rûsî û qanûnên bingehîn piştrast dikin pêşkêş bikin."

Herwiha hate gotin ku serlêdanên ku di çarçoveya biryarnameyê de têne kirin, dikarin bi îdiaya ku hukûmetên rojavayî "polîtîkayên ku bi mebesta ferzkirina îdealên neolîberal ên wêranker ên ku li dijî nirxên rûhî û exlaqî yên kevneşopî yên Rûsyayê ne, red dikin."

Her wiha hat ragihandin ku ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re talîmata hatiye dayîn ku herî dereng di meha Îlonê de dest bi dayîna vîzeya 3 mehan ji bo serlêderan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin