HEDEP: Kî di hilbijartina pês de 50+1 bistînê dê wan bikin namzed

HEDEP: Kî di hilbijartina pês de 50+1 bistînê dê wan bikin namzed

PeyamaKurd – HEDEP ragihand ku kî di hilbijartina pêş ya nav partiyê de 50+1 deng bistînê dê wan bikin namzedên partiya xwe. Eger HEDEP weha dewam bike diyare di nav HEDEPê de, di destnîşankirinê de guherîn heye.

Ragihandin ji terefê parlementer Mehmet Rüştü Tiryakî de hat kirin. Tiryaki got ku cara yekeme wê vê sîstemê biceribînin, di hilibijartina pêş de wê ne tenê endamên partiyê lê temamê rêxistinên sîvîl ji bo destnîşankirina şaredarên mezin û navçan dengên xwe bikarbînin.

Li gor nûçeya di Medyascope de ku Ferit Aslan bi Tiryaki re çêkiriye, ji bo namzedên şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê wê di hilbijartina pêş de li dora 20 hezar kes dengên xwe bidin. Tiryaki gotina xwe weha dewam dike:

“Kesê here ser sindoqê wî ji bo navçê, bajêr û bajarê mezin dixwaze kî bibe şaredar, wê raya xwe bidê. Ji bo dengdanekî baş û bi dadwerî çêbibe, eger pêwsit be em ê li salonên dawetan sindoqan deynin. Wê HEDEP ji ti kesî re teklîfa anmzediyê nebe û di sindoqan de kî qezenc bike, ew ê bibe namzed.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin