PeyamaKurd - Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkêşiya wê dike û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê rahênaneke leşkerî ya hevbeş pêk anîne.
SOHRê da zanîn ku rahênana hevbeş a hevpeymanî û HSDê, li baregeha hevpeymanê ya li devera Dêrezorê pêk hatiye û ragihand ku ji ber di rahênanê de teqemeniyên rasteqîn hatine bikaranîn, li herêmên derdora baregehê jî gelek teqîn hatine bihîstin.
Hade diyarkirin ku rahênan bi armanca pêşbîniya egera ku şerê li Suriyeyê gurr bibe teqemeniyên rasteqîn hatine bikaranîn.
Piştî destpêkirina şerê li Xezzeyê yê navbera Îsraîl û Hemasê, li Sûrîyeyê, li dijî hêzên DYAyê êrîşên komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê jî zêdetir bûn. Piştî zêdebûna van êrîşan DYAyê jî êrîşên xwe yên hewayî yên li ser van koman zêde kir.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya SOHRê de jêderên wê diyar kirine ku hêzên DYA û HSDê duh, li baregeha Kasrik a gundewarê bakurê Hesekê dest bi rahênana gulebarana zindî kirine.
Hate diyarkirin ku firokeyên şer jî beşdarî wê rahênanê bûne
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin