Jimara miriyên Nepalê giha 157 kesî

Jimara miriyên Nepalê giha 157 kesî

PeyamaKurd – Li welatê Nepalê li devera Jumlayê erdheja ku bi pileya 5.6 çêbû, li gor tesbîta heya niha jimara miriyan gihaye 157 kesî. Jimara miriyan li Jajarkotê 105 û li Rukumê 52 kesin.

Ji ber têkiliyan danûsitendinê li gelek deveran qut bûye, dibe ku jimara miriyan zêdetir be û ji niha pê de zêde bibe. Ji ber rêyên gundan bi sedema erdhezê girtîne kes nikare xwe bigihîne wan gundan.

Li gor ragihandina polîsê Nepalê ji bo rizgarkirin û lêgerîna mexdûran helîkopteran jî xistine nava xebatê.Ji ber di şevê de erdhej bûye xelk bê tedbîr bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin