PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariya li navça Geverê 2 roje ku baran dibare û li gelek deverên navçê xanî di nav avê de man. Bi taybetî taxên bi navên Cumhuriyet, Yenimahalle, Yeşildere û Kanihaydar, bi sedema baranê û helandina berfê, xanî bi temamî di nav avê de man.
Xaniyên li deşta Geverê hatine avakirin, bêhtir zerarê dîne û ji meqamên pêwendîdar destekê dixwazin. Di wexta avakirina navçê de ji bo bobelatekî weha plan nehatiye kirin bê wê ava zêde bi ku de here û mijarê çawa çareser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin