PeyamaKurd – Parêzgeha Mêrdînê ji bo hefteyekî kirina çalakiyan qedex kir. Esas qedexe, li ser tayînkirina qeyyûm ê ji bo şaredariya Hakkariyê ku di şûna şaredarê DEM Partiyê de hat tayinkirin, ji bo bertekên tevgerî li seranserê Kurdistanê zêde nebin û ber li wan bigrin hat dayîn.
Qedexe, ji 4ê Hezîrana 2024an de seet di 08.00an de destpêdike û heya 10ê Hezîranê seet 23.59 dewam dike.
Heya niha li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê qedexe hatine danîn û wisa xwuya dike ku wê jimara bajaran zêdetir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin