PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Kettayê di encama êrîşa bombeyî de 4 kes mirin û 16 kes birîndar bûn. Êrîş li ber dibistanekî çêbû. Polîs ragihand ku kesên bûyerê kirine, bombeyê bi deriyê dibistanê ve girêdane û bi kûmandayê teqandine.
Rêvebir ragihandin ku armanca wan ew bûye ku di dibistanê de ji aliyê xwendevanan de Konferansa Şuheda dihat kirin ku mirovên alimên olê tevlî bûne û bombeyê di dawiya konferansê de teqandine.
Berdevkê têkoşîna bi terorê re ragihand ku teqîn gelek bi şiddet bûye û di dawiya qedandina konferans ê de çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin