Balyozê Tirk bo Serok Barzanî: Wê kujerên Hekîm Loqman bên cezakirin

Balyozê Tirk bo Serok Barzanî: Wê kujerên Hekîm Loqman bên cezakirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 3yê Îlonê pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiye yê li Iraqê Anıl Bora Înan kir. Balyozê Tirkiyê, li ser bûyera kuştina welatiyê Duhokî Hekîm Loqman, ji Serok Barzanî re tekez kir ku hemû kiryar hatine girtin û wê cezayê xwe werbigrin.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hate gotûbêjkirin û Balyozê nû yê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe nîşan da ku wek Balyoz li Iraqê dest bi kar kiriye. Balyozê Tirk, herwiha daxwaza welatê xwe bo berfirekirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, bazirganî û hevahengiya di navbera her du aliyan de, anî ziman.

Ji bo Hekîm Loqman serxweşî li Serok Barzanî kir

Balyozê nû yê Tirkiye Bora, herwiha behsa hurgiliyên kuştina geştyarê Herêma Kurdistanê Hekîm Loqmanê ji Duhokê ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji aliyê komekê bi kêrê hate kuştin kir û serxweşî û hevxemiya xwe gihand Serok Barzanî û xizmên Hekîm Loqman.

Bora got ku aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê bi temamî li ser bûyerê lêkolîn kirine û tedbîrên qanûnî hatine girtin û hemû kiryar hatine girtin û dê cezayê xwe werbigirin.

Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê xwest û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin