Tirkiye | Ji Babacan daxuyaniya duyem bo partiya nû...

Tirkiye | Ji Babacan daxuyaniya duyem bo partiya nû...

PeyamaKurd - Wezîrê berê yê Tirkiyê û yek ji damezrînerê AKPê Alî Babacan ku dest ji AK Partiyê berdabû û beriya niha eşkere kiribû ku li ser partiyeke nû dixebitin bi daxuyaniyeke nû ji raya giştî re ragihand ku xebatên wan didomin û armanca wan ew e di demeke kurt de kadroyeke berfireh pêk bînin.

Babacan di peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Qurbanê belav kiriye de, dibêje; hejmareke zêde ya welatiyan piştevanî û îradeya xwe nîşan dane û beşdarî xebatên wan bûne û armanca wan jî ew e ku di demeke kurt de kadroyeke berfireh pêk bînin.

Alî Babacan di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew vekirîne ji pêşniyazên her beşa civakê re û ew neçar in diyalogê bingeh bigirin, ligel hev kar bikin û bi vî awayî pirsgirêkan çareser bikin.

Babacan herwiha dide xuyakirin ku ev xebata wan a partiyê li cîhanê jî deng daye û dibêje, di heyameke ku popûlîzmê ziyan gihandiye nirxên gerdûnî, seqamgiriya aborî û fînansî di bin metirsiyê de ye, pirsgirêkên derbarê hawirdorê hatine paşguhkirin de, ne tenê li Tirkiyê, li cîhanê jî ev hewldana wan eleqeyeke mezin dibîne.

Babacan destnîşan dike ku armanckirina bilintirîn standardên maf û azadiyan, xebata bi rijd a bo demokrasiya pêşketî, parastina serweriya hiqûqê, pêkanîna polîtîkayeke aboriyê ya bi rêbaz û saziyên pêbawer, nîşandana îradeyeke bihêz bo parastina hawîrdorê bo Tirkiyê bûne pêdiviyên girîng.

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî balê dikişîne ser ku di heyamên pêş de ew dê li ser agahdarkirina raya giştî derbarê xebatên partiya nû de berdewam bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin