Tirkiyê ji ber xelatkirina fermandarên YPG/YPJê bangî balyozê Fransayê kir

Tirkiyê ji ber xelatkirina fermandarên YPG/YPJê bangî balyozê Fransayê kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, bi sedema resepsîyona Newrozê li Senatoya Fransayê ku fermandarên YPG/YPJê hatibûn xelatkirin, bang li balyozê Fransa yê Tirkiyeyê Herve Magro kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku xelatkirina fermandarên YPG/YPJê li senatoya Fransayê bi tundî hatiye şermezarkirin û bendewariyên Enqereyê yên derbarê têkoşîna dijî terorê de gihandine balyozê Fransa yê Enqereyê Herve Magro.

Herwiha ji Fransayê hat xwestin ku li gorû rûhê hevpeymaniyê tevbigerin û yekparçebûna Sûriyê û ewlehiya sînorên Tirkiyeyê li ber çavan bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin