PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku bi sedema têkoşîna bi şewatê re 4 helîkopter gihane bajarê Îspartayê. Çavuşoğlu got ku 2 balafiran ji Îsraîlê kirê kirine û dê di 5 ê mehê de bigihên Tirkiyê. Her weha balafirekî jî dê ji Azerbeycanê bişînin Tirkiyê. 4 helîkopterên gihane Îspartayê ji Ûkraynayê ji şîrketekî taybet hatine kirêkirin.
Çavuşoğlu got ku ba û hêmiya hewayê bandorê li vemirandina agir dike û tîmên vemirandina agir bi zahmetî xebatên xwe dewam dikin û weha dewam kir:
“Li Manavgatê di vemirandina agir de 6 balafir, 2 drone, 17 helîkopter ku 2 ji wan bo îdarê ne, 1878 alav 6.500 xebatkar xebatê dewam kirin. Ciyên agir hatine vemirandin xebata sarkirinê dewam dike.
Ji federasyonên Xaça Sor û Hîva Sor yên Pakistan, Polonya, Gurcistan, Kazakistan, Bosna Hersek, Amerîka, Kanada û Japonyayê teklîfên alîkariyê hatin. Me pêdiviyên xwe bo wan got. Bi balafir û helîkopteran pêdiviya me heye. Em li benda bersiva wan welatane. Li gor teklîfa ku bikin em ê tevbigerin”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin