Lûtkeya Sanghayê ya serokdewletan, dest pê kir

Lûtkeya Sanghayê ya serokdewletan, dest pê kir

PeyamaKurd- Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya li Ozbekîstanê, îro dest pê kir. Hat ragihandin ku civîn li paytexta Ozbekîstanê, bi mazûvaniya Serokomarê Ozbekîstanê  Şevket Mirziyoyev tê rêvebirin.

Di lûtkeya ku dest pê kir de Serokomar Mirziyoyev axaftina vekirinê kir û hat ragihandin ku piştî Mirziyoyev, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî axaftinek kiriye.

Ji bilî van hûrgiliyan, hat zanîn ku Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Serokomarê Îranê Îbrahim Reîsî jî di lûtkeyê de hevdîtinek kirine.

Hat zanîn ku Îbrahîm Reîsî li ser vê hevdîtinê gotiye ku “Îran, di warê Rê û Quşaqê de di warê Înisiyatîfa Geşepêdana Gerdûnî de û di warê Înisiyatîfa Ewlehiya Gerdûnî de piştgiriya hevkariyê dike.”

Tê payîn ku di vê civînê de li ser bipêşxistina çalakiyên vê rêxistina serokdewletan, zêdekirina rêjeya bazirgahiya herêmî, di qadên karsazî û gihandinê de bipêşxistina hevkariyên beranberî, aboriya şîn, înovasyon, teknolojiyên dijîtal, lojîstîk, cotkarî, tenduristî û qadên din nirxanidn werin kirin û projeyên di vê çarçoveyê de yên hevpar ku di 30 belgeyan de hatine bicihkirin, werin qebûlkirin.

Rêxistina Şanghayê, ji welatên Çîn, Rusya, Hindîstan,Pakîstan, Kazakîstan, Ozbekîstan, Kirgizîstan û Tacikîstanê pêk tê û di vê civînê de Îran jî tevlî rêxistinê hat kirin û bi vî awayî hejmar gihîşt 9 welatên endam.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin