General Kenneth McKenzie seredana rojava kir

General Kenneth McKenzie seredana rojava kir

PeyamaKurd –Fermandarê hêzên navendê yê Amerîkayê General McKenzie li Rojava seredana fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî kir. Li gor agahiyên ketine ser çapemeniyê, general McKenzie bi Mezlûm Ebdî re li ser mijarên tewrê Amerîkayê di derbarê rêvebiriya xweser de, vekişîna Amerîkayê ji Afxanistanê û bandora wê li ser Tirkiyê di civîna bo çapemeniyê girtî de axifîne.

Kesê nexwestiya navê wî aşkera bibe, ji bo Medya Newsê ragihandiye ku McKenzie ji bo Ebdî gotiye ku wê desteka Amerîkayê ji HSD ê re dewam bike.

McKenzie, di wexta civîna bi Mezlûm Ebdî re gotiye HSD ne weka artêşa Afxanistanêye, xwe organîze kiriye û dikare li hemberê êrîşan diberxwe bide. General her weha gotiye ku rêxistina Rojava ne weka ya li Afxanistanê ye, rêvebiriya xwe bi xwe heye û dînamîkên wê hene.

Ji bo HSD ê hatiye gotin di têkoşîna li hemberê IŞİD ê de Amerîka piştgiriya xwe bo wan dewam dike, wê hevkariya wan dewam bike û wê Amerîka li Rojava bimîne. Her weha ji bo bîrên petrolê li Dêrezorê nekevin destê IŞİD ê, wê seha petrolê bê parastin. Ji ber li Dêrezorê û Iraqê IŞİD gelkî bi tevgere.

Hat ragihandin ku di pêşde, eger Amerîka ji bo dahatûya Sûriyê muzakereyan bike, ji bo rêvebiriya Rojava bê temsîlkirin, ji destê Amerîkayê çi were wê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin