PeyamaKurd-Li Avûstralyayê, gihayê herî mezin ê bin behirê hat kifşkirin ku di cîhanê de rekorê dişikîne. Ji aliyê pisporan ve hat ragihandin ku li gorî texmînan, ev giha herî kêm 4 hezar û 500 salî ye. Hat zanîn ku dirêjahiya gihayê bin behirê, 180 kîlometre ye.
Lêkolînerên Zanîngeha Flindersê ya li Avûstralyaya Başûr û Zanîngeha Rojavayê Avûstralyayê, ragihand ku wan li Kendava Sharkê, gihayekî bin behirê kifş kiriye. Lêkolîneran ragihand ku ev giha, ji cureya gihayên posidonia australisê ye. Hat ragihandin ku gihayê bi dirêjahiya xwe 180 kîlometir e, hîn jî rê daye ber xwe û dirêj dibe. Pispor didin zanîn ku heger destwerdana vê cure gihayê neyê kirin, dê hîn dirêjtir bibe. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin, giha li qadeke 200 kîlometirî belav bûye û pisporan jî ji aliyê zanistiyê ve fêm nekiriye bê ka çawa ev giha ewqas sal şîn maye.
Tîma lêkolîner a ku vê gihayê kifş kiriye, niha li ser lêkolînek daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin