PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 11ê Îlonê balafireke bêmirov bi çek (Drone-SÎHA) ya Tirkiyê li nav sînorên Şingalê otomobîleke PKK/YBŞê kir armanc.
Li gorî zanyariyên destpêkê, SÎHA ya Tirk li ber baregeha artêşa Iraqê ya gundê Behreva ya ser bi navçeya Xanesorê ya Şingalê otomobîleke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) yên girêdayî PKKê bomke kir.
Herwiha li gorî hin çavkaniyan jî du otomobîlên YBŞê bûne armanca êrîşê ku artêşa Tirk jî ragihandiye ku wan otomobîleke PKKê kiriye armanc.
Derbarê ziyanên canî yên êrîşê de hîn ti agahî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin