PeyamaKurd – Rêxistina xwerderketin û fonda parastina zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) UNICEF kuştina zaroka ku li Şingalê di encama bombebarana droneke Tirk a ser baregeheke PKKê de, pêk hatibû şermezar kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 15ê Hezîranê di encama êrîşa bi dronên Tirkiyê ya bi ser baregeheke PKKê ya li Şingalê de, zarokekî 12 salî û bapîrê wî hatibûn kuştin.
Nûnerê UNICEF li Iraqê Mads Owen li ser wê bûyerê ragihand: “UNICEF ji kuştina zarokekî 12 salî di êrîşa li navçeya Şingalê de şok bûye.”
Ower da xuyakirin, “UNICEF hemû kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî zarokan şermezar dike û hevxemiya xwe ligel malbata wî zarokî nîşan dide. Divê zarok ti carî nebin qurbaniyên tundûtûjiyê.”
UNICEFê herwiha bang li hemû aliyan kir ku erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî ji bo parastina zarokan bi cih bînin û destnîşan kir, hemû zarok li Iraqê hêja ne û divê bêyî gefên tundûtûjiyê bijîn.
Nûnerê UNICEF bibîr xist: “Berdewamiya bikaranîna çekan li navçeyên niştecihbûnê, ne tenê îro jiyana zarokan dixe metirsiyê, lê nifşên paşerojê jî dixe metirsiyê û divê ev bê rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin