Li parêzgeha Wasit a Iraqê xwepêsanderek hat kustin û 150 xwepêsanderên din jî birîndar bûn

Li parêzgeha Wasit a Iraqê xwepêsanderek hat kustin û 150 xwepêsanderên din jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li parêzgeha Wasit a Iraqê, di encama xwepêşandanan de, xwepêşanderek hat kuştin û 150 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Xwepêşanderên parêzgeha Wasit, 10 roj mohlet dabûn parêzgar Mihemed Cemîl Meyahî û ew mohlet bi dawî bû. Ji ber wê, careke din xwepêşandan dest pê kir û çendîn rê û cade hatin girtin û konên grevê hatin vedan.

Li gor Şaneya Ragihandina Cengî ya Iraqê aşkere kir, li bajarê Kot ku navenda parêzgeha Wasit e, xwepêşanderek hat kuştin û 150 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Wê şaneyê destnîşan kir, hêzên ewlehiyê derbarê tundûtûjiyên di du rojên borî de di nava xwepêşandanan de derketine, dest bi lêkolînan kirine û çend kes jî desteser kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin