PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya Rejîma Sûriyê, Hêzên Amerîkayê vê sibehê êrîşeke hewayî birine ser baregeheke leşkerî ya Îranê. Di encama êrîşa hewayî de 12 çekdarên biyanî hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyeke Îsraîlê, ev baregeh cihê Muhafizên Şoreşa Îranê bû.
Heta niha gelek çavkaniyan îdda kiribûn ku Amerîkayê êrîş biriye ser çeperên leşkerên Rejîma Beşar Esed.
Piştî van îddayan erkdarekî Amerîkî di derbarê bûyerê de axivî û got ku haya me ji ti êrîşan tune ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin