Wezîr Koca: “Balafira asiya Çînê tîne Tirkiyê di 19.50an de bi hewa ket”

Wezîr Koca: “Balafira asiya Çînê tîne Tirkiyê di 19.50an de bi hewa ket”

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca ragihand balafira ku beşa ewilî ya aşiya Çînê dibe Tirkiyê siet di 19.50an de ji balafirgeha Pekînê bi hewa ketiye diçe Tirkiyê.

Wezîr Koca di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku balafira aşiyan hildigre bi hewa ketiye û weha got:

“Balafira ku beşekî aşiya me ya înaktîv tîne Tirkiyê siet di 19.50an de ji balafirgeha Pekînê bi hewa ket. Em bende ne sibê bigihê Tirkiyê. Em ê pêşdeçûnan bo we ragihînin.”

Li gor ragihandinê di sefera yekem de 3 mîlyon doz aşi heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin