PeyamaKurd – Li taxa Gokçeyazi ya bajarê Balikesir ê Tirkiyê dema otobûsa rêwiyan li ser rê diçû, agir pê ket û bi şewatê re dîmenên felaketê derketin holê.
Li gorî zanyariyên medya tirk di nav otobûsa girêdayî kompaniya turîzmê ya Kamil Koç de, 34 rêwî hebûn û di encama şewatê de 2 ji wan zarok 5 rêwiyên hûndirê otobûsê bi şewatê jiyan xwe ji dest dan û 17 rêwî jî birîndar bûn.
Tîmên îtfaîyê û hawarçûnê li cihê bûyerê bi zehmetî şewata otobûsê kontrol kirin.
Hat îdiakirin ku şifêrê otobûsê tevî ku agir bi otobûsê ketiye jî nesekiniye û rêya xwe dewam kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin