Peyama Kurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî got ku PKK li Sûriyeyê nîne û ti pêwendiya wan bi êrişên PKKê yên li dijî hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê tune ye.
Mazlûm Kobanî ragihand ku Tirkiye bi berdewamî êrişî Rojavayê Kurdistanê dike lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo rawestandina wan êrişan guvaşên pêwîst nake.
Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî, di hevpeyvîna xwe ya bi kanala Hadathêya Ereb re anî ziman ku Tirkîye dixwaze aramiya herêmê têk bibe û got:
“Armanca sereke ya Tirkiyeyê astengkirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina derfetên pêşketina aborî ye. Bi vê armancgirtinê dixwaze gel koçber bike.”
“Pêwendiya me bi êrişên PKKê re tune ye”
Fermandarê HSDyê Mazlûm Kobanî diyar kir ku hêzên PKKê li Sûriyeyê tune ne û ti pêwendiya wan jî bi êrişên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê yen li dijî hêzen dewleta Tirk re tune ye.
Kobanî, di derbarê pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi rejîma Sûrîyeyê re jî got ku "Divê Hikûmeta Sûriyeyê zanibe alternatîfa çareseriya siyasî, Girêbesta Civakî ye.
Peymana Civakî ne ji bo cudabûna ji Sûriyeyê ye, tenê ji bo birêvebirina herêmên me hatiye danîn."
Mazlûm Kobanî balê kêşa ser êrîşên artêşa Tirkîyeyê û dom kir:
"Dewleta Tirk ev 4 sal in bê navber êrişî herêmê dike. Tirkiye bi berdewamî pirsgirêkên xwe yên navxweyî vediguhêze derve."
“Me ji DYAyê xwest ku êrişên Tirkiyeyê rawestîne”
Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî, di derbarê helwesta DYAyê de jî da zanîn ku li ser êrişên Tirkiyeyê bi DYAyê re pêwendiya wan heye û wiha axivî:
“Me bi DYAyê re pêwendî danî û me ji wan xwest ku zext li ser Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe rawestîne lewre bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Tirkîyeyê dibe sedem ku dewleta Tirk bêtir êriş bike. Me ji DYAyê re ragihand ku ew êriş bandoreke çawa li şerê li dijî DAIŞê dikin.”
Rêveberîya Xweser a Rojava radigihîne ku ji 23 heta 27ê Kanûnê, dron û frokeyên şer ên Tirkiyeyê, nexweşxane, çapxane, navendên pîşesaziyê, kargehên zeytûnan, santralên neft û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên Rojava bombebaran kirin û van xalan rûxandine. Di van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin