PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dest bi operasyoneke mezin a li dijî herêma Beyt Lahya ya Xezzeyê kiriye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku Îsraîlê ji bo valakirina ji mirovan a herêma Beyt Lahya ya Xezzeyê ku weke "Herêma Şer a Metirsîdar" hatibû destnîşankirin fermaneke nû daye.
Reutersê doh ragihandibû ku Îsraîlê serê sibê, dest bi yek ji mezintirîn operesyonên xwe yên bombebaranê yên çend hefteyên dawî kiriye, hêrişê li Xêza Xezzeyê tundtir kiriye û bakurê Xezzeyê ku berê hêzên xwe jê vekişandibû topbaran kiriye.
Ajansê ji zarê şêniyên Xezzeyê ragihand ku li herêmên başûr û navenda Xezzeyê hêrişên asmanî û topbarana tankan her berdewam dike.
Dezgehên ragihandinê yên girêdayî Hemasê jî diyar kirin ku şeva borî tankên artêşa Îsraîlê ji nû ve ketine rojhelatê Beyt Hanûna dawiya Xezzeyê, lê belê ber bi navenda bajêr ve bi pêş ve neçûne.
Dezgehan dane zanîn ku ji ber xeteriya hêrişên artêşa Îsraîlê hin dibistanên ku kesên ji cihên xwe bûne tê de hatine bicihkirin hatine valakirin û ew ji bo deverên bi ewle hatine arastekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin