PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke televîzyonî de axivî û diyar kir ku eger Amerîka li dijî Tirkiyê mueyideyan bisepîne dê baregehên Incirlik û Kurecikê bêne rojevê.
Mevlut Çavuşoglu li ser krîza S400î yabi Amerîkayê re amaje kir ku ji aliyê hiquqî û siyasî ve di navbera F35 û S400an de peywendiyek tine. Amerîka ji hemû pêşniyarên me re dibêje ‘Na’. Divê were fêmkirin ku bi fişar û guşaran tu encam nayê wergirtin.
Çavuşoglu li ser îhtimala sepandina mueyîdeyên Amerîkayê bo Tirkiyê jî got ew dê barfegehên Amerîkî li Tirkiyê Incilrik û Kurecikê bînin Rojeve: “Eger Amerîka li dijî Tirkiyê mueyîdeyan bisepîne ew jî dê Incirlik û Kurecik bînin rojevê. Em naxwazin li ser îhtimalan biaxivin lewra ne biryara kongresê lê ya rêveberiyê girîng e.”
Wezîrê tirk di beşeke din a hevpeyvînê xwe de bal kişand ser peywendiyên Amerîka û YPGê. Çavuşoglu, “Peywendiyên Amerîkayê bi YPGê re dewam dikin. Amerîka ji herêma ewle ya Sûriyê vekişiya. Her alîkariya ku amerîka dide YPG sûc e û dikeve çarçoveya piştgiriya terora navdewletî”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin