PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di çarçoveya êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de, tevî agirbesta ku bi rêya Amerîkayê 17ê Cotmehê hatibû ragihandin jî artêşa Tirkiyê sewqiyatên leşkerî bo sînorê Rojava û bajaroka Dirbêsiyê li kêleka Qoserê berdewam dike.
Artêşa Tirkiye ku 9ê Cotmehê bi êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşên ketina nav Rojavayê Kurdistanê kir, di roja 23yan a destpêkirina êrîşan de jî sewqîyata eskerî didomîne.
Hat zanîn ku şeva borî karwaneke mezin a leşkerî ber bi sînor ve rê ketine û çûne sînorê bajaroka Dirbêsiyê ya Qoserê ku Tirkiye dixwaze êrîşî wê derê bike
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin