Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir, çekdaran zarokê bi navê Hisên Şaban ê 14 salî, ji gundê Bedînan ê bi ser navçeya Raco revandin.
Rêxistinê eşkere kir, çekdaran di berdêla berdana zarokê 14 de, pere girtin.
Herwiha kesê bi navê Ebdo Murad Reşo, yê 38 salî yê ji gundê Omo yê bi ser navçeya Mabata, li ser bendeke kontrolê ya çekdaran li Ezazê hat revandin û birin cihekî ne diyar.
Li gor hat zanîn, Ebdo Murad ev cara duyemîn e bi hincetên bêbingeh ji hêla çekdaran ve tê revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin