Kurdistan - COVID-19 | 829 pêketiyên nû û 10 wefat hatin tomarkirin

Kurdistan - COVID-19 | 829 pêketiyên nû û 10 wefat hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 829 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 829 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 183 kes li Hewlêrê, 209 kes li Silêmaniyê, 328 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 51 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de10 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşekerekirin ku  1142 kes jî baş bûne ku ew jî 305 kes li Hewlêrê, 398 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 157482 kesan, ya mirinan bû 4118 kes û heta niha 138021 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin