Li Nisêbînê kalekî 90 salî ku di karantînayê de bû wefat kir

Li Nisêbînê kalekî 90 salî ku di karantînayê de bû wefat kir

PeyamaKurd - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê kalê bi navê Mehmet Kok (90 salî) ku bi gumana vîrusa koronayê di karantînayê de bû jiyana xwe ji dest da. 

Hat zanîn ku kalê 90 salî hefteyek berê bo nexweşxaneyê hatibû veguheztin û doh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malbatê hîn encama testa wî ya Covid-19 nehatiye eşkerekirin, lê cenazeyê wî bi tedbîrên vîrusa koronayê hatiye definkirin.

Çend roj berê jî bi gumana vîrûsa koronayê 2 kes li Qoserê, kesek li Midyadê û kesek jî li navçeya Artûklû  ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin