PeyamaKurd- Komîyona Azerbeycanê ya esîr, wenda û rehîneyan ragihand ku Elvin İbrahimovê ku li Ermenistanê esîre lê hemwelatiyê Azerbeycanê ye û hemwelatiyê Ermenistanê Zaven Karabetyan bi hev guhertine. Guhertina rehîneyan bi navbeynkariya komîsyona Xaça Sor ya navdewletî çêbûye.
Di ragihandinê de hat gotin ku di dema leşkerên Ermenan sîlih berdane Îbrahimov, birîndar bûye û wî birine nexweşxanê û ev 3 mehe di destê Ermeniyan de ye. Zaven Garbetyan jî di 20 hezîrana sala 2017an de, ji aliyê leşkerên Azerbeycanê de dîl hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin