PeyamaKurd- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan eşkere kir ku ew ê di demeke nêzîk de biryara xwe ya ku dê piştgiriya kîjan namzedê Serokomariya Tirkiyeyê bikin, ragihînin.
Perwîn Buldan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew dixwazin di hilbijartinan de demokasî û azadî bi ser bikeve. Buldan di dewama axaftina xwe de got,
“Me di daxuyaniya xwe ya li ser hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de qala tu navekî nekir bê ka em ê piştgiriya kê bikin. Em li Tirkiyeyê alîgirê guherînê ne.
Em dixwazim demokrasî, azadî, dadperwerî û yasa bi ser bikeve. Em ê di rojên pêş de zelaltir bikin bê ka kîjan nav şayanê van daxwazên me ye û em ê eşkere bikin ku em ê di hilbijartinan de piştgiriya kê bikin. Xelkê me jî nas dike namzedê herî demokrat kî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin