PeyamaKurd – Li welatê Çînê ji ber xirabûna rewşa hewayê û barana zêde ya ji 16ê Tîrmehê ve berdewam dike, li gelek deveran lehî rabû.
Rêveberiya Rewşên Awarte ya Çînê ragihandiye ku di encama rabûna lehîyê de li Xenanê 33 kesan can daye û 8 kes jî winda ne.
Medya Çînê berî niha diyar kiribû ku 25 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane û 7 kesên din jî winda bûne.
Li gorî zanyariyên dawî yên Rêveberiya Rewşên Awarte ji 16ê Tîrmehê ve, li seranserê Çînê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes winda ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin