Hêzên hewayî yên Rûsyayê li ser rêya M-4ê ku diçe Moskovayê li konwoya Wargerê xist

Hêzên hewayî yên Rûsyayê li ser rêya M-4ê ku diçe Moskovayê li konwoya Wargerê xist

PeyamaKurd – Hêzên hewayî yên Rûsyayê li ser rêya M-4ê ku diçe Moskovayê li konwoya Wargerê xist. Serhildana serokê Wagnerê ku xwediyê şîrketa leşkerên bi pereye ya Evgeny Prigojin dewam dike. Li navenda serhildanê li Rostovê hinek cîh ketine destê Wagnerê û tê gotin ku ber bi rêya Voronej û Lipetskê ve diçin ku rêya Moskovayê di ser wan de diçe.

Li ser medya Rûsyayê û medya civakî hinek dîmen hatin parvekirin ku li ser rêya diçe Moskovayê, li ser M-4 ê konwoya zirxî ya Wagnerê dema diçe, hêzên hewayî yên Rûsyayê li wan dixe.

Tevger, di bajarê navbera Moskovayê û Voronejê li bajarê Lipetskê dewam dike. Rêvebiriya Lipetskê bi nivîskî ragihand ku divê xelk ji malên xwe dernên. Di daxwuyaniya rêvebiriya Lipetskê de weha hat gotin:

“Niha temamê hêzên asayîşê û rêvebir xebatekî berfireh dimeşînin. Rêvebiriya herêmê ji bo ewlehiya xwecihên Lipetsekê, hişyarî dide ku kes ji mala xwe dernê. Kesên karê wan yê mecbûrî tinebe bila herin mala xwe lê ne bi alavên gihandina komkî.”

Hat gotin ku li beşa rêya M-4ê çûna nav bajêr qedexeye lê çûn ji bajêr serbeste.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin