Parlamentoya Belarûsê bicihkirina çekên nukleerî yên Rûsî li ser axa xwe pesend kir

Parlamentoya Belarûsê bicihkirina çekên nukleerî yên Rûsî li ser axa xwe pesend kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Belarûsê li ser daxwaza Rûsyayê, bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî yên Rûsyayê li ser axa xwe pejirand.

Hat ragihandin ku Parlamentoya Belarusê, bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî yên Rûsyayê li ser xaka wê pesend kir û ragihand, bikaranîna çekên nukleerî yên taktîkî ne li dijî qanûnê ye, lê ji bo berterefkirina gefên rojavayî yên li ser welatê wan e.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beriya niha ragihandibû ku, li ser daxwaza Belarûsê ew ê çekên nukleerî yên taktîkî li Belarûsê bi cih bikin û ev jî rastî bertek û nerazîbûnên tund ên welatên Ewropa û Amerîkayê hatibû.

Herwiha Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko yê hevalbendê Pûtîn jî çend roj berê gotibû, şerê li Ukraynayê ji ber Amerîka û hevpeymanên wê berfireh bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin