Qubad Talebanî: Xeteriya DAISê hê jî didome

Qubad Talebanî: Xeteriya DAISê hê jî didome

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got, asayîş û aramiya Kurdistanê hatiye dabînkirin, lê hîn jî teror ji bo Kurdistan û Iraqê metirsiyeke mezin e.

Qubad Talebanî di peyamekê de derbarê şehîdbûna efserekî asayîşê û birîndarbûna karmendekî xwe ya di şerê li dijî DAIŞê ya li Qerehancîrê de nirxandinan kir û got: “Bi saya hişyarîbûn û qewîkirina bergiriyên terorê yên çend salên dawî, asayîş û aramiya Kurdistanê gelek baş bûye.”

 Talebanî, hewldanên bergiriyê yên hêzên ewlehî û hemû hêzên din ên Kurdistanê bi bîr xist û got ku her çendî teror li ser asta nizim be jî, hîn jî gefeke cidî ye ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê.

Qubad Talebanî ev daxuyanî da:

"Em hemû aliyan piştrast dikin ku hêzên me heta ku terorîstê dawî were dadgehkirin wê li ser hewlên xwe berdewam bin. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîd Cevrîm Reşîd ên di nava hêzên ewlehiyê de dixwazim û xemgîniya wan parve dikim."

Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro, di demjimêr 08:00an de hêzên Asayişa Kerkûkê di encama bidestxistina zanyariyan, şopandina bi hûrgilî ya li gel Asayişa Kerkûkê, ji bo girtina du çekdarên DAIŞê ketine şer û di encamê de terorîstek hatiye kuştin û yê din jî birîndar bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin