Leskerên Estonyayê bi sasî li leskerên Îngîlîz xistin

Leskerên Estonyayê bi sasî li leskerên Îngîlîz xistin

PeyamaKurd – Leşkerên Estonyayê yên ku li baregeha bi navê Gao ya welatê Maliyê wezîfe dikin, dema leşkerên Îngîlîz nêzî baregehê bûn, qaîdeyên ewlehiyê îhlal kirin û leşkerên Estonyayê bi şaşî li wan xistin. Rojnama Postimesê mijarê weha ragihand:

“Bûyer di wexta mînîbusa ku leşkerên Îngîlîz tê de bûn, nêzî baregehê bû, çêbû. Ji ber Îngîlîz li gor ûsûlê ji xebatkarên baregehê re negotin ku waye tên, leşkerên Estonyayê yên ku baregehê diparêzin, li mînîbusê xistin.”

Berdevkê artêşa Estonyayê Taavi Karotamm, bûyerê pitrast kir û got:

“Leşkerên Estonyayê bi temamî qaîdeyan bicîh anîn. Di bûyerê de leşkerên Estonyayê an yên hevkar birîndar nebûn.”

Estonya, li herêma aîdê Fransayê li herêma Sahelê di sala 2018 an de tevlî Tevgera Barkxane yê bû. Di herêma Sahelê de Nîjer, Malî, Bûrkina Faso, Morîtanya, Çad hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin